Sibat 14, 2025 16:54 Asia/Tehran

Berdevkê baskê leşkerî yê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê ragihand ku komên berxwedêr ên Filistînê dê roja şemiyê 3 siyonîstan azad bikin.

Ebû Ubeyde Berdevkê Tabûrên Qessam, baskê leşkerî yê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê ragihand ku di çarçoveya peymana agirbesa Bahoza El-Eqsayê de ji bo lihevguhertina girtiyan, Tabûrên Qesam û Qudsê biryar dane ku sibê ango şemî 15ê Sibatê 3 girtiyên siyonîst serbest berdin.

Pêştir Ebû Hemze berdevkê Tabûrên Quds, baskê leşkerî yê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê ragihandibû, ku Tabûra Qudsê biryar daye ku sibe Şemiyê di çarçova gera şeşemîn a qonaxa yekem a rêkeftina agirbestê ji bo lihevguhertina girtiyan, girtiyê Israyîlî Aleksander Turbanov azad bike.

Serepeyv