Em ê ti carî teslîmî koçberkirina bi darê zorê nebin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i353306-em_ê_ti_carî_teslîmî_koçberkirina_bi_darê_zorê_nebin
Yek ji serkirdeyên Hemasê got: Em bi awayekî webirr axiftinên Tiramp red dikin û em tu carî razî nabin ku gelê me bi darê zorê ji Xezzê were derxistin.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Sibat 09, 2025 11:56 Asia/Tehran
  • Em ê ti carî teslîmî koçberkirina bi darê zorê nebin

Yek ji serkirdeyên Hemasê got: Em bi awayekî webirr axiftinên Tiramp red dikin û em tu carî razî nabin ku gelê me bi darê zorê ji Xezzê were derxistin.

Îsmaîl Rizvan got: Em dixwazin ji bo sekinîna li hemberî pilanên Netanyahu û Tiramp, lezê bidin bi destxistina yekitiya neteweyî ya Filistînê û ji Yekîtiya Ereb jî daxwaz dikin ku helwestên xurt ji bo piştevaniya gelê Filistînê û avakirina Xezzeyê bigirin ber xwe. Wî herwiha got: Dagirkir bi pabendnebûna bi protokola mirovî dixwazin xizmetguzarîyan rawestînin. Piştî têkçûna leşkerî, ji bo ku bigihêjin armancên xwe, berê xwe dane paşvedanê. Em li ser cihanîna hevhatinê, ji bo agirbesa mayînde û destpêkirina jinûve avakirina Xezzê bi biryar in.