Îsraîl dijî vegera awaryan bo bakûrê Xezzê ye
Awareyên Filistînî yên li Zîvala Xezzê ku îro dixwestin vegerin bakurê Xezzeyê, rastî nerazîbûna dagirkerin ve hatin. Berdevkê artêşa Rejîma Siyonîst îro gotiye ku mêhwera Nêtsarîmê wê tu carî ji bo awareyên ku dil hene biçin bakurê Zîvala Xezzê neyê vekirin.
Tevî ku 8 roj ser agirbesa li Zîvala Xezzê re derbas dibe, berdevkê artêşa Rejîma Siyonîst îro danê sibê gotiye, mêhwera Nêtsarîmê wê tu carî ji bo awareyên ku dixwezin herin bakurê Zîvala Xezzê neyê vekirin. Yek ji rêberên Berxwedana Filistînê got: Xwe dûrgirtina Rejîma Siyonîst ji paşdavekişîna ji mêhwera Netsarimê, metirsiya rawestandina cihatina rêkeftina agirbesê li dû xwe ve tîne. Eva di halekî da ye ku duh qonaxa duyem a bi hevreguhertina dîl û girtiyan di navbera Hemasê û Rejîma Siyonîst de pêk hat. Şeva derbasbûyî piştî azadkirina 200 girtiyên filistînî ji girtîgehên Rejîma Siyonîst, Hemasê di daxûyaniyekê de ragihand ku Berxwedanê kariye mezinahiya derewîn a Rejîma Siyonîst têk bişkênîne.
Ji aliyê din ve şer û pevçûnên li Perrava Rojava berdewam dikin. Hêzên siyonîst îro danê sibê di encama êrişa ser kempa Belate ya Nablosê ya li Perrava Rojava de ciwanekî filistînî dan ber gulleyan û şehîd kirin. Leşkerên siyonîst herwiha li bajarê El Xelîlê ciwanekî filistînî bi derba gullê birîndar kirin. Li Libnanê jî tevî ku 60 roj ser agirbesa di navbera Rejîma Siyonîst û Hizbullaha Libnanê de derbas bûye, lê eskerên vê rejîma dagîrkir hê jî ji axa Libnanê derneketine. Di heman demê de hejmareke zêde ya rûniştvanên başûrê Libnanê dema vedigeriyan herêmên xwe, rastî êrîşa leşkerên dijmin ve hatin, di van êrîşan de kesek şehîd bû û 17 kes jî birîndar bûn.