3 otobusên tijî 114 hêsîran bi pêşewziya gel gihêştin nav Ramullahê
Koma duyemîn a girtiyên filistînî di çarçoveya qonaxa duyemîn a pevguhertina girtiyan bi Rejîma Siyonîstî re ji girtîgeha Neqebê hatin berdan û çavkaniyên nûçeyan derbarê giheştina karwaneke hêsîrên filistînî bo bajarê Ramullahê agahî dan.
Hêsîrên filistînî ji zindana çolê ya Neqbê hatin berdan û hatin veguhestin bo deriyê Kerm Ebû Salim.
Komeke din a hêsîrên filistînî jî ji girtîgeha Ofer a li rojavayê Ramullahê hatin berdan.
Çavkaniyên filistînî jî ragihandin ku 3 otobusên hilgirê 114 hêsîrên filistînî gihîştin Ramullahê.
Karwanê hêsîrên filistînî li bajarokê Bîtoniya ji aliyê gel ve bi germî hate pêşwazîkirin.
Pêştir Hemasê di daxuyaniyekê de ragihandibû: komeke nû ji hêsîrên me yên qehreman ên di girtîgehên rejîma dagîrker de, yên ku cezayên heta hetayê û cezayên dirêj ên zindanê derbas dikin, dê îro di çarçoveya rêketina pevguhertina girtiyan de bên berdan.
Hevgav Tabûrên El-Qassam, baskê leşkerî yê tevgera Hemasê, 4 girtiyên leşkerî yên Îsraîlê radestî Xaça Sor kirin.
Ev çalakî li Meydana Filistînê li navenda bajarê Xezzeyê pêk hat. Hebûna berfireh a hêzên Hamasê li Meydana Filistînê ya Xezzeyê ji bo destpêkirina qonaxa duyemîn a pevguhertina girtiyan bala medyayê kişand.
Piştî cihhatina rêketina agirbesê, qonaxa yekem a pevguhertina girtiyan roja Yekşemiyê hefteya borî bi azadkirina 3 girtiyên siyonîst û 90 girtiyên filistînî pêk hat.
Tevgera Hemasê jî bal kişand ser wê yekê ku Rejîma Siyonîst îro yê hejmarek ji girtiyên filistînî azad dike û tekez kir ku emê dijminê siyonîst neçar bikin ku deriyên şaneyên xwe bo girtiyên me yên qehreman veke.