Belavkirina wêneyên Şehîd Sînwar bo cara yekem li meydana şer
Bo cara yekê hin wêneyên şehîd Yehya Sênwar li meydana şer û li odeya fermandehiya Operasyona Bahoza Eqsayê hat belavkirin.
Belavkirina wêneyên Yehya Sînwar serokê nemir yê tevgera Hamasê û Muhemed El-Zêyf ji fermandeyên leşkerî yên vê tevgerê li meydana şêr li navçeya Til El-Sultan a Refehê bi hêzên dagirkier re û li odeya fermandetiya bahoza Eqsayê bo cara yekemîn derdûdorên siyonîstî matmayî kiriye
Kanala 12 ya televizyona Rejima Siyonîst wek berteka li hemberi weşana belgefilmeke derbarê fermandetiya Yehya Sînwar ragehand: Ev belgefîlm asta işkesta îstîxbarata Telavivê li Şemiya Reş eşkere kir. Rojnameya Ma'ariw jî nivîsî: Belgefîlma ku ji aliye El Cezîre ve hatiye weşandin vê yekê piştrast dike ku Sînwar di şer de netirsyiyaye ku derkeve nav kolanan.