Çile 23, 2025 16:48 Asia/Tehran
  • Qesam: Em nahêlin Siyonîst li perrava rojava di nav ewlehîyê da bin

Tabûrên Şehîd Îzedîn Qesam, baskê leşkerî yê tevgera Hemasê bi ragihandina şehîdbûna 2 endamên wan tabûran li rexê rojavaya çemê Urdinê pêgîrî kir ku şervanên wan dê nehêlin siyonîst di nav ewlehîyê da bin.

Tabûrên Şehîd Îzedîn Qesam ragihandin: 2 endamên wan tabûran bi navên Quteybe Welîd Şelbî û Mihemed Es`ed Nezal, cihînerên operasiyona dijî siyonîstan li bajarokê Findiqê li rojhilatê bajarê Qelqeliyê, di encama pevçûna bi  leşkerên Siyonîst re li gundê Berqîn ser bi Cinînê rexê rojavaya çemê urdinê şehîd bûn.

Qesam pêgîrî kir: Mucahidên me ligel şervanên komên din wê ewlehiyê ji leşker û bajaroknişînên dijmin li Perrava rojava ra heram bikin. 

Artêşa terorê dîsa dest bi êrişên xwe yên ser bajar û kempa Cinînê li bakurê Perrava rojava kir û di encama êrişên berfireh ên bejahî û hewayî de heta nika 12 filistînî şehîd bûn û zêde ji 40 kes jî birîndar bûn. Tevgerên filistînî yên Hemas, Cîhada Îslamî û Bereya Niştîmanî ya Rizgarkirina Filistînê wek berteka li hember cinayetên Rejîma Siyonîst li Perrava rojava, banga seferberiya giştî bona sekinîna li hemberî van cinayetan kirin.

Serepeyv