Çile 17, 2025 16:58 Asia/Tehran

Li gorî medyaya Filistînê, tevî ragihandina lihevkirina agirbesa li Xezzê di navbera Rêjîma Siyonîst û Hemasê de, artêşa terorê li gelek navçeyên Xezzê, cinayetên xwe berdewam dikin.

Çavkaniyên pizîşkî li Xezzê ragihandin ku bi şehîdbûna 18 filistîniyên din di encama êrişên Rejîma Siyonîst ser deverên Zîvala Xezzê sibeha îro Îniyê, hejmara şehîdên êrişên piştî ragihandina rêkeftina agirbesê ya  di navbera vê rejîmê û Hemasê de di êvara çarşemê de, gihîşt 101 şehîdan. Berdevkê Dezgeha Berevaniya Medenî ya Xezzê, Mehmûd Basel, ragihand: Hejmara şehîdên Zîvala Xezzê ji dema ragihandina agirbesê ji êvara roja Çarşemiyê ve heta sibeha îro Înîyê, gihîştiye 101 şehîdan ku 21 kes ji wan zarok û 31 kes jî jin in. Wî berdewam kir: 82 şehîd ji hejmara gişt şehîdan, di êrişên ser parêzgeha Xezzê de, 16 şehîd li parêzgehên başûrî ji wan 14 kes li Xan Yûnis, 2 kes li Refeh û 5 kes li parêzgehên navendî de şehîd bûn. Di hûrgiliyên geşedanên li qadê de hat diyarkirin ku di berdewamiya van êrîşan de artêşê 5 filistînî li kempa Nuseyrat, kesek jî li taxa El Mewasî ya dikeve rojavayê bajarê Xan Yûnisê, 5 filistînî di êrîşa hewayî ya serê sibê de li ser bajarokê Absanê ku dikeve rojhilatê bajarê Xan Yûnisê de, 2 filistînî li Cibaliyayê û filistînîyek jî li Nexweşxaneya Şuheda El Eqsa ya bajarê Dêr Belahê şehîd kirin. Hêzên dagirkir vê sibehê avahiyên xelktêde yên li başûr û bakurê bajarê Xezzê bombebaran kirin.

Hema di vê çarçoveyî de Tabûrên El Quds, baskê leşkerî yê Tevgera Cîhada Îslamî ragihand xwefireka îsraîlî berî cihanîna êrişa ser bakûrê Xezzê kontrol kirine. Tabûrên El Quds ragihandinn ku şervanên wan cihê kombûna leşker û tirombîlên dijmin derdora stadiyomekî li navenda kempa Cibaliyayê dan ber bombeyan û derbeyên giran li artêşa terorê xistin. Berxwedana Filistînê herwiha ragihand ku li Beyt Hanûnê êrişî leşkerên dagirkir kirine û bajaroka Nîramê li Xelafa Xezzê jî dane ber bombeyan û vîdêoyên van êrişan weşandin. Tabûrên El Quds herwiha hin vîdêoyên din ji êrişa ser leşkerên îsraîlî û tirombîlên wan li mêhwera Nêtzarîmê bi hevkariya Tabûrên Şehîd Omer El Qasim, weşandin.

Serepeyv