Li Xezzeyê 48 filistînî şehîd bûn/Hejmara şehîdan rabû 45 hezar û 854 kesî
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê derbarê şehîdbûna 48 filistînîyên din di encama bombebarana artêşa siyonîst de agahî da û destnîşan kir ku hejmara şehîdan li Xezzeyê rabûye 45 hezar û 854 kesan.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezzeyê ragihand ku di 24 sietên derbasbûyî de, Rejîma Siyonîst 3 cînayet li zîvala Xezzeyê pêk anîn ku di encamê de 48 kes şehîd bûn û 75 kes jî birîndar bûn.
Hejmarek ji qurbaniyên van êrişan hîn jî di bin kavilî û di kolanan de mane û hêzên hawagîhaniyê nikarin alîkariya wan bikin.
Bi hesabkirina van şehîdan, hejmara şehîdan li Xezzeyê ji 7ê Cotmeha 2023an ve, hevgavê destpêkirina operasyona bahoza Eqsayê, gihîştiye 45 hezar û 854 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 109 hezar û 139 kesan.
Cinayetên Rejîma Israîlî li zîvala Xezzeyê di demekê de berdewam dikin ku ku serma û seqema giran û nebûna xwarekê şert û mercên xirab û nalebar ji bo awareyan di konên bin avê ketî de pêk aniye.