Çile 06, 2025 17:16 Asia/Tehran
  • Ebû Ubeyde: Hewldana dagirkeran jibo têkbirina berxwedana Rexê Rojava dê işkestê bixwe

Berdevkê baskê leşkerî yê tevgera Hemasê di axiftinekê de tevî pesindana operasyona îro ya dijî Siyonîstan li bakûrê Rexê Rojavaya Çemê Urdinê, hewldanên Rejîma dagîrker ji bo jinavbirina berxwedanê li vê navçê pûç û bêencam da zanîn.

Ebû Ubeyde di daxûyaniyekê de tekez kir: Cardinê lehengên têkoşer ên Rexê Rojava îsbat kirin ku ew di navenda şerê Bahoza El-Eqsayê de ne û hemû şertên  jibo têkbirina wan an poşmankirina wan ji  piştgiriya ji Xezzeyê ji hêla dagirkir û kirêgirtiyan ve dê işkestê bixwe.

Berdevkê leşkerî yê  Tabûrên şehîd Îzzedîn El-Qessam baskê leşkerî yê tevgera Hemasê her wiha got: Divê dijmin bizane ku heta ku ew komkujî  û êrişên xwe ser  Xezze û Rexê Rojava berdewam bikin dê berdêlên giran  bi xwîna leşker û  hêzên dagirker ên xwe  bidin.

Berdevkê berxwedana Filistînê  tekez kir: Dijminê siyonîst her wiha divê bizane ku ev rejîm heta ku gelê Filistînê  ewlehiyê  bi dest nexin ev rejîm jî dê rûyê aramî û ewlehiyê nebîne. 

Serepeyv