Rejîma Sîyonîst Xezze da ber top û bombeyan
Di roja 457an a şerê dijî Xezzeyê da, Rejîma Sîyonîst êrişên ser navçeyên curbicur ên Zîvala Xezzeyê ji wan Dêr Beleh û Kempa Bureycê li navenda vê herêmê domandin.
Şerê dijî Xezzeyê di halekî da ket roja 457an da ku leşkerên sîyonîst di dewama jînosayda dijî gelê Xezzeyê da, ketin rojhilata şarê Dêr Beleh û Kempa Bureycê.
Ev di halekî da ye ku şahidhalan ragihandin ku artêşa rejîma dagirker herêma Ebul Ecîn li rojhilata Dêr Belehê bi giranî da ber topan.
Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê li Zîvala Xezzeyê jî ragihand ku di encama êrişên Rejîma Sîyonîst di 24 saetên buhurî da, 88 kes li Zîvala Xezzeyê hatin şehîdkirin û 208 kes jî hatin birîndarkirin.
Nivîsgeha Ragihandinê ya Hikûmeta Filistînê jî ragihand ku sirr û seqem û baranê pirsgirêk û êşên niştecihên Xezzeyê duberanber kirîye û bûye sedema qeyraneke mirovî.
Li gorî daxûyanîya Nivîsgeha Ragihandinê ya Hikûmeta Filistînê li Zîvala Xezzeyê, 2 milyon aware zêde ji salekê ye ku di kon û çadiran da dijîn û nika di encama baranên guj da idî kon û çadir bi kêr nayên.
Wezareta Tenduristîyê ya Fiilstînê li Zîvala Xezzeyê jî ragihand ku hejmara şehîdên êrişên Rejîma Sîyonîst ser Zîvala Xezzeyê ji 7ê Cotmeha sala 2023yê va rabû 45 hezar û 805 kesî û ya birîndaran jî rabû 109 hezar û 64 kesî.