Çile 04, 2025 16:39 Asia/Tehran

Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê ragihand ku 59 filistînîyên din di encama bomberana bi destê Rejîma Sîyonîst da hatin şehîdkirin û bi vî awayî hejmara şehîdan li Xezzeyê rabû 45 hezar û 717 kesî.

Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê di daxûyanîyekê da ragihand ku Rejîma Sîyonîst di 24 si`tên buhurî da 4 komkujî li Zîvala Xezzeyê pêk anîne ku di encama wan da 59 kes hatin şehîdkirin û 273 kes jî hatin birîndarkirin.

Bi vî awayî hejmara şehîdan li Xezzeyê ji 7ê Cotmeha sala 2024ê va rabû 45 hezar û 717 kesî û ya birîndaran jî rabû 108 hezar û 856 kesî.

Cinayetyên rejîma Israyîlê li Zîvala Xezeyê di halekî da didomin ku bilî nebûşna xwarekê û imkanên germkirinê, sirr û seqemê li rex berdewambûna barana guj, ti hal ji awareyan ra nehîştîye. Lehî ddie nav kon û çadirên awareyan, zarok jî ji ber sirr û seqemê can didin. 

Serepeyv