2024, sala herî bi xwîn a gelê Filistînê
Sala 2024'an rojên xwe yên herî hovane û herî bi xwîn ji bo gelê Filistînê derbas kirin, ji ber ku Zîvala Xezzê şahidê şerekî jînûsaydê ya bêmînak a Siyonîst-amerîkî bû ku hemû pêdiviyên jiyanê ji holê rakir.
Di halekî da ku cîhan pêşwaziya sersala nû dike, ti guhertin di rewşa Zîvala Xezzê û rewşa wê ya mirovî de çênebûye. Tiştê ku di sala 2024`an de li Zîvala Xezzê qewimî, bi tevahî nayê gotin, ji ber ku Xezzê ji sedî dehê nifûsa xwe ji dest daye. Rejîma Siyonîst heya niha nêzî 10 hezar komkujî li Zîvala Xezzê pêk aniye û di encamê de zêdetir ji 55 hezar kes şehîd û bêserûşûn bûne. Serkomîserê UNRWA`yê şehîdbûna 258 xebatkarên vê saziyê ji destpêka şerê jînûsaydê yê Rejîma Siyonîst dijî Xezzê di 7`ê Cotmeha sala 2023`an de ragihand.
Şerê li Zîvala Xezzê nifûsa 2 milyon û 300 hezar kesî li vê herêmê ji cih û warên xwe aware kir, qeyrana bedxwarinê û bêewlehiya xurekê jorda bir û nehîşt ku ava paqij bigihîje welatiyan.
Di encama cinayetên Rejîma Siyonîst de, bi dehan hezar malên xelktêde wêran bûne û êdi meriv nikarin di wan de bijîn. Di vê navberê de zarok zêdetir mexdûr bûn. Hema îro medyaya Filistînê behsa şehîdbûna 6 zarokan di heftiya buhurî de ji ber sermayê kir. Ji destpêka şer vir ve heta niha 18 hezar zarok li vê herêmê şehîd bûne û zêdetirî 50 hezar zarok jî tûşî bedxwarinê bûne.