Operasyona tevlîhev a El-Qessam jibo azadkirina hêsîran û kuştina 3 siyonîstan
Tabûrên El-Qessam, baskê leşkerî yê tevgera Hemasê, derbarê azadkirina girtiyên filistînî bi operasiyoneke tevlihev bo yekem car li Beyt Lahiya li bakurê zîvala Xezzeyê agahî da.
Tabûrên El-Qessam, baskê leşkerî yê tevgera Hemasê, ragihand ku li operasyoneke tevlîhev a ewlehiyê de, têkoşerên El-Qessamê karîn 3 leşkerên siyonîst ku di halê parastina avahiyekê ku têde hejmarek ji leşkerên Rejîma Siyonîstê bi cih bibûn, bi kêrê bikujin.
El-Qessam herwiha got: Piştî kuştina van kesan, têkoşerên van tabûran karîn êrişî avahiyê bikin û hemû leşkeran yek bi yek ji nêzîk ve bikujin û çekên wan wek xenîmet bistînin û hejmarek ji sivîlên filistînî yên ku di nava avahiyê de hatibûn hêsîrkirin, azad bikin.
Tabûrên El-Qessam, baskê leşkerî yê tevgera Hemasê jî îro ragihand
têkoşerên van tabûran li kempa El-Cedîd li bakurê Nuseyratê li navenda zîvala Xezzeyê bi mûşekên Yasîn 105 panzêreke ji curê Rîbot û tankeke Merkava ya Rejîma Siyonîst dan ber êrişan.
Tabûrên Îzeddîn El-Qessam duh derbarê operasyona dijî Siyonîstan li Cibaliyê agahî dabû. Tabûrên El-Qessam ragihand ku têkoşerên van tabûran leşkerên Rêjîma Siyonîst ku ji 9 kesan pêk dihat û di xaniyekî li rojavayê kempa Cibalyayê li bakurê Zîvala Xezzeyê de bi cih bibûn bi roketan çeperên li dijî TBG'ê kirin hedef ku di encama vê operasyonê de hemû leşkerên Îsraîlê hatin kuştin an jî birîndar bûn.