Kanûn 19, 2024 17:45 Asia/Tehran
  • Bombebarana du malan li Xezzê

Bi derbasbûna 440 rojan ji destpêbûna şerrê Xezzê, rejîma dagirkir a Îsraîlê hîna jî cinayetan dike û bi awayeka bê armanc malên xelkê dike hedef.

Di roja 440`an a jînûsayda siyonîstan li Xezzê di halekî da ku nîşanên nû ji îhtimala hevhatina agirbesê diyar bûne û rayedarekî peyebilind ê Hemasê jî gotiye ku muzakireyên niha ji bo gihîştina li agirbesê li Xezzê, para zêde ya nakokiyan çareser kiriye û di qada şêrr da Tabûrên Qesam, baskê leşkerî ya Hemasê basa şeş operasiyonana dijî kombûn, pêgeh û alavên leşkerî yên artêşa Îsraîlê kir.

Hevdem êrîşên esmanî yên Îsraîlê ser deverên curbicur ên Zîvala Xezzê berdewam in û di bombebarankirina du malan li Zîvala Xezzê, çardeh filistînîyên din şehîd bûn. Herwiha hêzên îsraîlî her filistînîyekî ku derbasî navçeya Netsarîmê bibe, didin ber gulleyan û laşê wan dihêlin ku se wan bixwin, .

Serepeyv