Mijdar 15, 2024 18:22 Asia/Tehran
  • 10 hezar bajaroknişîn ji destpêka şerrê Xezzê ve revîne Kanadayê

Rojnameya Siyonîst a Haarêtsê nivîsî hevgavê destpêbûna şerrê Xezzê ve heta nika herîkêm 10 hezar îsraîlî reviyane Kanadayê.

Vê rojnameya siyonîst di rapora xwe da amajeyî jordaçûna berbiçav a koçberiyê ji Erdên Dagirkirî bo Kanadayê ji dema destpêbûna şerrê Xezzê ve kir û nivîsî: Bêbaweriya li pergala siyasî, giranbûna pevçûnan, nebûna hesta ewlehbûnê, bêdadiya civakî û lawaziya di kontrolkirin û birêvebirina meselên girîng ji sedem û armancên berayî ji bo koçkiirn û revîna siyonîstan bo Kanadayê ye. 

Anegorî rapora wezareta koçberiya Kanadayê, ji Kanûna 2023`an ve heta dawiya Îlona 2024`an, ev welata 3 hezar û 425 vîzeya demkî ya karkirinê daye îsraîliyan.

Berî nika jî çavkaniyên ibrî ragihandibûn ev koçberbûn zengila xeterê li bara dahatiya abora Îsraîlê lêdixe.

Serepeyv