Bi dehan hezar nexweşên penceşêrê li Xezzeyê di rewşeke xeddar da ne
Rêvebirê Beşa Ankolojî ya Nexweşxana Ewrûpî li Zîvala Xezzeyê got: Bi dehan hezar nexweşên penceşêrê pêrgî mirina teqil bûne, ji ber ku ti dermanekî wernagirin, çimik rejîma dagirker nahêle derman û alavên pizişkî û dermankirinê yên pêwîst bên derbaskirin.
Zekî Zeqzûq Rêvebirê Beşa Ankolojî ya Nexweşxana Ewrûpî li Zîvala Xezzeyê got: Wezareta Tenduristîyê ya hikûmeta Fiilstînê l iZîvala Xezzeyê karîye 2500 nexweşan di salekê da bide nasandin, ev bi vê wateyê ye ku yek ji çarê wan çaverê ne ku anegorî asta pêwîstîyê hejmareke zef kêm e.
Wî dîyar kir ku ti dermanekî hêsakirinê û yên nexweşên Losemîyê ku penceşêra xwînê ye, bi dest nakeve û got: Herwiha gellek dermanên ku di lîsteya pirotokolên dermankirinê da cî digirin, bi dest nakevin û nebûna dermanekî pirotokola dermankirinê tam dide sekinandin.
Zeqzûq herwiha got: Ev rewş nemaze piştî xirabkirina nexweşxana taybet a dermankirina girêkên penceşêrê ya Tirkî li Xezzeyê bi wateya derxistina hikma jinavbirina nexweşan e.