Mijdar 07, 2024 18:33 Asia/Tehran

Riyaz Mensûr nûnerê Filistînê li NY duh qedexetiya ser UNRWAyê ji aliyê Rejîma Siyonîstî ve ,hewldanên demdirêj ji bo jinavbirina mesela Filistînê da zanîn û got: Jînosayda li Xezzeyê hema bi serê xwe dawî nabe

Mensûr, di Civîna koma Giştî ya NY derbarê UNRWA de, êrişa eşkere ya Îsraîlê ser NY şermezar kir û  UNRWA  wek istûna berteka mirovî ya navneteweyî li Xezzeyê da zanîn.  Mensûr  tekez kir ku êrişa Îsraîlê, gelê sivîl ên Filistînê û hemû kesên ku  jibo zindî mayînê hewl didin dike armanc.

Wî got: Jînosayda li Xezzeyê hema bi serê xwe dawî nabe û her welatê ku nûnerê wê li NY heye divê  bixebite vê jînosaydê rawestîne. Niha bi sedan hezar filistînî li ber xetera mirinê ne.

Serepeyv