Amerîka, Alman û Îngilîs berpirsên cinayetên li Xezzeyê ne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i351813-amerîka_alman_û_Îngilîs_berpirsên_cinayetên_li_xezzeyê_ne
Endamê payebilind ê Hemasê, Amerîka, Alman û Îngilîsê ji ber piştgîriya leşkerî û siyasî ji Rejîma Siyonîst berpirsên cinayetên li Xezzeyê dan zanîn.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Çirî 20, 2024 13:06 Asia/Tehran

Endamê payebilind ê Hemasê, Amerîka, Alman û Îngilîsê ji ber piştgîriya leşkerî û siyasî ji Rejîma Siyonîst berpirsên cinayetên li Xezzeyê dan zanîn.

Samî Ebûzehrî got: Em Hikûmeta Amerîkayê û hemû welatên piştgirê artêşa Rejîma Îsraîlê di serê hemiyan da Îngilîs û Almanyayê bi tamî berpirsên dûhatên van cinayetan û şerrê jînûsaydê dizanin ku hemû rojê malbatan li ZÎvala Xezzeyê dikin hedef. Ew artêşa terorê li çek, bombe û alavên leşkerî re teyar dikin.

Ebûzehrî herwiha got ya ku li Zîvala Xezzeyê diqewime, şerrê rastîn ê jînûsaydê ye. Wî ji civaka navnetewî xwest ji bo zextanîna ser Îsraîlê bona bidawîanîna şêrr karekî bibandor bikin. Ebûzehrî pêgîrî kir artêşa Îsraîlê bobbebaran û kawilkirina nexweşxaneyên Zîvala Xezzeyê didomîne û îznê nade kadroya dermankirinê xwe bigihînin birîndaran. Ebûzehrî vî karî siyaseta sûckar a bîmînak di dîroka şerran da wesif kir.