Cotmeh 19, 2024 16:36 Asia/Tehran

Sersekreterê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê ji ber şehadeta Yehya Sênwar, serokê polîtboroya Hemasê, sersaxî da.

Ziyad El Nexale, sersekreterê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê di daxuyaniyekî da wek berteka li hember şehadeta Yehya Sênwar, serokê Hemasê li Zîvala Xezzê got: Em ji ber şehadeta yek ji fermandeyên mezin û hêja yên netewê Filistînê, sersaxiyê dibêjin ku jiyana xwe di rêya têkoşînê danî û di rêya Xwedê da şerr kir û qet şikber nebû û hesta lawaziyê nekir û çeka xwe nedanî erdê. Şehadeta wî xaleka girîng a werçerxanê di dîroka têkoşîna Filistînê ye. Ev fermandeyê mezin, Yehya Sênwar e ku navê wî peywendiya xwe bi şerrekî mezin re heye ku netewê Filistînê di mideha têkoşîna xwe ya demdirêj da ketiye nav vî şerrî. Ev şerr, şerrê Bahoza Eqsayê ye.

Wî herwiha got: Em îro xwatirê xwe ji fermande û şehîd Ebû Îbrahîm dixwezin. Şehîd li cem Xwedayê xwe zindî ne û di rêya têkoşîna me ya ber bi Qudsê da wê zindî bin. Alayên me yê hertim rakirî bimînin.

Serepeyv