Kavilkirina zêdetir ji 800 mizgevtan li Xezeyê piştî êrişên Rejîma Siyonîst
Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Filistînê derbarê kavilkirina zêdetir ji 800 mizgevtan li Zîvala Xezeyê di heyamê saek destdirêjî û şerê jînosaydê yên Rejîma Siyonîst li vê zîvalê aghaî da.
Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Filistînê ragihand ku artêşa siyonîst di saleke êriş û şerê jînosaydê de 814 mizgevt li zîvala Xezeyê bi temamî wêran kirine.
Li gorî rapora vê wezaretxaneyê, ji 7ê Cotmeha 2023an ve, dagirkeran 19 goristan li zîvala Xezeyê kirine armanc.Di pêla herî dawî ya êrişên leşkerî yên Siyonîst ser deverên curbicur ên Zîvala Xezeyê, bajaroka El-Xezae li rojhilata Xan Yûnisê bû armanca êrişa topxaneyî ya Rejîma dagirker.
Ciwanekî filistînî jî li navçeya Ebsan El-Kebire li rojhilatê Xan Yûnisê bket ber êrişa xwefirên siyonîstan û birîndar bû.Di êrişên topxaneyî yên artêşa dagirker ser her du kampên El-Brîc û El-Nuseyratê ên li navenda Zîvala Xezeyê de, hejmarek birîndar bûn.