Dewama şerê jîosaydê li zîvala Xezeyê bi bombebarankirina kon û malan
Artêşa Rejîma Siyonîst li kelekela rewşa însanî ya bi karesat a di encama dorpêç û êriş û mişexbûna zêde ji sedî 95-ê nifûsa zîvala Xezeyê di roja 344-an a li dû hev cinayeta jînosaydê li vê zîvalê bi êrişên hewayî û kuştina xelkê sivîl berdewam dike.
Bomberêjên Rejîma Siyonîst vê sibê bombebarana navçên curbicur ên zîvala Xezeyê berdwam kir û di cinayetên xwe yên herî nû de êriş kir ser bakur û navenda zîvala Xezeyê.
Artêşa siyonîst baxçeya sawayan a El-Olya cihê sitirîna awareyan li kampa Cebaliyê bombebaran kir ku di encamê de çend filistînî li navenda zîvala Xezeyê şehîd û birîndar bûn. Li navenda zîvala Xezeyê jî 2 filistînî ji wan jinek di encama êrişa Rejîma Siyonîst ser kampa Nuseyratê şehîd bûn.
Çavkaniyên nûçeyan her wiha derbarê şehadeta 10 welatiyên filistînî ji wan sê zarok û sê jinan û hejmarek birîndarbûn û kesên bê ser û şûnbûyî di encama bombebarana mala malbata Bostan li taxa El-Tufah li Xezeyê, agahî dan. Çend filistînî jî di encama bombebarana hin navçeyên li Xan Yûnisê şehîd û birîndar bûn,
Arêşa Rejîma Siyonîst konên awareyan li navçeya l-Etar li Xan Yûnisê, taxa Şucaiyê li rojhilata Xezeyê û çend mal li Refehê bombebaran kirin ku di encama van cinayetan de çend welatiyên filistînî şehîd û birîdar bûn.