Tebax 27, 2024 07:43 Asia/Tehran
  • Rêveberê Giştî yê Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê derbarê qeyrana li nexweşxaneyên vê navçê agahî da

Rêveberê Giştî yê Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê got ku ger dagîrkerî berdewam bike û siyonîst hewl bidin pêşiay derbaskirina sotemeniyê bigirin, xebata nexweşxaneyên li zîvala Xezeyê dê di nav 48 sietan de were rawestandin.

Monîr El-Berş piştrsat kir ku zêdetirî sedî 60ê dermanan li zîvala Xezeyê dest nakevin û dagîrkeriya ji bereya  Netsarîmê ber bi zîvala bakurî pêşiya derbaskirina waksenê digre. Wî derbarê rewşa nexweşxaneyên Xezeyê de jî berdewam kir ku karmendên pizîşkî tevî gefên dagirkeran derheq êrişa ser nexweşxaneya şehîdên Eqsayê çend sietan  berî niha vegeriyan nexweşxaneyê.

El-berş bal kişand ser wê yekê ku  dagirker birçîkirina sivîlan berdewam dikin û destnîşan kir ku ji bo zarokên di bin agir de û di nebûna şert û mercên jiyaneke esaxlem  de nikarin waksendê dabîn bikin. Eva di halekê de ye ku Rejîma Siyonîst  şerê xwe yê jînosaydê li dijî zîvala Xezeyê didomîne û di 24 sietên borî de 2 komkujî pêk anîn û di nexweşxaneyan de 33 kes şehîd bûne û 66 kes jî birîndar bûn.

Li ser vê esasê Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ragihand ku hejmara şehîdên êrişên siyonîst ser zîvala Xezeyê ji 16ê Cotmeha sala 2012an heta niha gihîştiye 40 hezar û 435 şehîd û 93 hezar û 534 birîndaran.

 

Serepeyv