Tebax 24, 2024 18:07 Asia/Tehran
  • Yek ji rêberên tevgera Hamasê: Em amade ne rêketina berê cih bînin

Tevgera Hamasê bi piştrastkirina nûçeya şandina taximekê ji vê tevgerê bo Qahîreyê tekez kir: Em amade ne rêketina berê cih bînin.

Îzzet El-Reşq yek ji endamên payebilind ê Hemasê ragihand ku îro  êvarê şandeke tevgera Hemasê bi serokatiya Xelîl El-Hiye yek ji rêberên pilebilind ên vê tevgerê gihîşte Qahîreyê. Wî tekez kir: Sefera El-Hiye bo Qahîreyê ser vexwendina navbeynkarên Misrî  û Qeterî û bi mebesta wergirtina encamên muzakireyan  li Qahîreyê  cih hat.

El-Reşq got: Tevgera Hemas li ser  tişta ku  di 2ê Tîrmehê de li ser lihevkirin û li gor  pêşniyara Serokkomarê Amerîkayê Biden û biryara Konseya Ewlehiyê bû pabend e.

Usame Hemdan,  yekî din ji rêberên pilebilind ê  Hemasê jî got ku ev tevger pabendî helwestên xwe yên berê û xalên belgeya pêşniyara agirbesê ye ku di 2ê Tîrmehê de ji aliyê navbeynkaran ve hatiye pêşkêşkirin.Wî tekez kir ku berxwedan daxawaza kiryarên praktîkî jibo cihanîna rêketinên berê dike ne muzakirên zêdetir.

Hemdan got ku em tim tekezî ser  vê helwesta xwe dikin ku em serdestiya siyonîstan li mêhwera Filadelfita (Selahedîn), Netsarim û derbasgeha Refehê qebûl nakin.

Serepeyv