Êrşia Siyonîstan ser Xan Yûnisê/ 20 Filistînî şehîd bûn
Di encama êrişa balefirên cengê yên Rejîma Siyonîst ser Xan Yûnisê de, bi dehan kes şehîd û birîndar bûn.
Çavkaniyên pizîşkî li Xezeyê ragihandin ku piştî êrişa balefirên cengê yên Rejîma Siyonîst ser malên xelkê filistînê li bajarê Xan Yûnisê li başûrê Zîvala Xezeyê, 20 filistînî şehîd û gelek kes jî birîndar bûn. Her wiha Rejîma Siyonîst di çend sietên derbasbûyî de dest bi bombebarankirina deverên curbicur ên Xezeyê û şehîdkirina xelkê sivîl ên Filistînê kir.
. di encama bombebaran malekê de herî kêm 2 sivîlan canê xwe ji dest dan.
Di vê bûyerê de, hejmarek kesên din jî birîndar bûn. Her wiha di encama bombebarana apartmanekê de li kampa Cebaliyayê li bakurê Xezeyê, 7 sivîl ku di nav wan de zarok jî hebûn , şehîd bûn û hejmarek din jî birîndar bûn.
Çavkaniyên Filistînî ragihandin ku di encama bombebarana malekê de li herêma El-Dercê ya Xezeyê 6 kes şehîd bûn.
Li gorî ragehandina rayedarên nexweşxaneyên Xezeyê, ji 40 hezar şehîdên şer 16 hezar û 500 ji wan zarok û 11 hezar jî jin bûne. Jin û zarok sedî 69 goriyên hovîtiya Rejîma Siyonîst li Xezeyê pêk tînin.