Hamas: Her cure peymana agirbesê divê derketina tam a hêzên dagirker ji Xezeyê biger ber xwe
Endamekî Polîtboroya tevgera Hamasê tekez kir ku her rêkeftineke agirbesê li Xezayê divê divê derketina tam ahêêzn dagirker ji Xezeyê biger ber xwe.
Hisam Bedran got: Hamas li muzakirên li Dohayê derbarê agirbesê û pevguhertina girtiyan ji aliyê stratejîk ve bona bidawîkirina şer û destdirêjiya li dijî Xezeyê dinêre.
Wî her wiha got: Hamas di wê baweriyê de ye ku her muzakireyek divê li ser bingeha planek zelal be ji bo cihanîna tişta ku berî li ser wê li hev kiribûn.
Endamê Polîtboroya tevgera Hemasê got: Astengiay ser rêya pêkanîna agirbestê li Xezeyê, berdewamiya paşdexistin û xemsariya dijminê siyonîst e.
Badran tekez kir ku her rêkeftinek divê bibe sedema agirbeseke berfireh, derketina tam ya hêzên dagîrker ji Xezeyê, vegera penaberan û jinûve avakirina vê zîvalê, her wiha rêketina veguhertina girtiyan.
Çavkaniyên medyayî roja Pêncşemê derbarê muzakirên peymana veguhertina girtiyan û agirbesa li Xezeyê li Dohayê agahî dan ku îro îniyê jî dê berdewam bike.