Leşkerekî din ê artêşa Îsraîlê xwe kuşt
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i349932-leşkerekî_din_ê_artêşa_Îsraîlê_xwe_kuşt
Çavkaniyên nûçeyan ên Rejîma Siyonîstî îro şemiyê derbarê xwekuştina leşkerekî din ê artêşa vê rejîmê agahî dan.
(last modified 2024-07-27T08:50:25+00:00 )
Tîrmeh 27, 2024 12:11 Asia/Tehran
  • Leşkerekî din ê artêşa Îsraîlê xwe kuşt

Çavkaniyên nûçeyan ên Rejîma Siyonîstî îro şemiyê derbarê xwekuştina leşkerekî din ê artêşa vê rejîmê agahî dan.

Malpera Hedşut Bezaman a Rejîma Siyonîst di nûçeyeke kurt de ragihand ku  leşkerekî yedek ê artêşa vê rejîmê li peravên bajarê dagirbûyî yê Nehariya li bakurê Filistîna dagirbûyî xwe kuştiye.Vê dawiyê jî radyoya Rejîma Siyonîst ragihand ku leşkerekî Îsraîlî piştî wergirtina fermana vegerê bo xizmeta leşkerî bo zîvala Xezeyê, xwe kuşt.

Pêştir jî medyaya Rejîma Siyonîstî derbarê xwekujiya yek ji leşkerên vê rejîmê bi navê Elîran Mezrahî piştî vegera ji Zîvala Xezeyê ji ber xemokiya giran agahî dabûn. Rojnameya siyonîstî ya Yediot Aharnot pêştir ragihandibû ku efserên artêşa Rejîma Îsraîlê ji xizmeta leşkerî direvin û babetên xwekujiyê di nav wan de bi awayekî ecêb di halê zêdebûnê ye.