Tîrmeh 15, 2024 10:25 Asia/Tehran
  • Şehadeta 5 filistîniyên din di encama êrişa hewayî ya Rejîma Siyonîst ser navenda Xezeyê

Çavkaniyên nûçeyan vê sibê ragihandin ku di encama êrişa hewayî ya Îsraîlê ser navenda Xezeyê de 5 filistînî şehîd bûn.

Balafirên cengê yên Rejîma Siyonîst  maleke  li kampa El Mexazî ya li navenda Xezeyê hedef girtin ku di encamê de 5 filistînî ji wan 3 zarok şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn.

Duh jî di encama êrişa hovane ya Rejîma Siyonîst ser dibistana  UNRWAyê li navenda zîvala Xezeyê, 12 filistînî şehîd û 70 kes jî birîndar bûn.

Li gorî amara Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Zîvala Xezeyê, di encama êrişên Rejîma Siyonîstî ji 7`ê Cotmeha îsal ve heya niha zêdetir ji 38 hezar filistînî şehîd bûne û zêde ji 88 hezar kesên din jî birîndar bûne.

Li gor nûçeyeka din, çavkaniyên nûçeyan  vê sivê derbarê êrişa eskerên siyonîst ser bakûrê Rexê Rojavaya çemê Urdinê agahî dan.

Leşkerên Rejîma Siyonîst êrişî bajarokê Qebatiye yê li başûrê bajarê Cenînê kirin û bi filistîniyan re ketin pevçûnê.

Hêzên siyonîst her wiha êrişî bajarokên Beyt Emrê li bakurê El-Xelîl û Cemaînê li rojavayê Nablosê kirin.

 

Serepeyv