Tîrmeh 15, 2024 07:19 Asia/Tehran
  • Derbeya Tabûrên Qassam li siyonîstên dagirker li Refehê

Têkoşerên Qessam li rojhilatê Refehê derbên giran li leşkerên Rêjîma Siyonîst xistin.

Tabûrên Qessam, şaxê leşkerî yê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas), komeke komandoyên Îsraîlî li xaçerêya El-Meşrû, li rojhilatê Refehê kirin hedef ku di encamê de hemû leşkerên Îsraîlê yên di nava kamyonê de hatin kuştin an jî birîndar bûn.

Hêzên şehîd Omer El-Qasim jî leşkerên siyonîst û alavên şêr ên siyonîstan li taxa Til Zorebê li rojavayê bajarê Refehê dan ber topên hawanê.

Li gor nûçeyek din çavkaniyên medyayê roja yekşemiyê li bara êrişa cinayetkarane  ya Rejîma Siyonîst ser xwendingeha UNRWA`yê li navenda zîvala Xezeyê û şehîd û birîndarbûna bi dehan filistîniyan  die ncaam vê êrişê de agahî dan.

Artêşa Rejîma Siyonîst di berdewamiya cinayetên xwe yên hovane  dijî xelkê  Xezeyê de, dibistana Ebû Erebiyan ya girêdayî UNRWAyê li kampa El-Nuseyratê navenda zîvala Xezayê ku bi hezaran awareyên filistînî lê dijîn bombebaran kir.

 

Serepeyv