Tîrmeh 11, 2024 10:01 Asia/Tehran
  • Îstifaya rayedarekî din ê leşkerî yê Îsraîlê ji ber işkesta li şerê Xezeyê

Çavkaniyên siyonîstan derbarê îstifakirina bepirsekî din ê leşkerî ji ber işkesta li şerê 7 Cotmehê agahî dan.

Serokê herêma başûrî ya servîsên ewlehiya navxweyî ya Rejîma Siyonîst ji ber şikestinên li 7 cotmehê ji posta xwe îstifa kir. 

kanala 12`ê ya televîzyona Israîlê ragihand ku serokê herêma başûr a servîsên ewlehiya navxweyî ya Rejîam Siyonîst nasiyar bi Şabakê  ji ber işkesta li  7’ê Cotmehê îstifa kir.

Ji dema şerê Xezeyê  ve heta niha gelek rayedarên leşkerî yên Rejîma Siyonîst bi hincetên bi vî rengî  ji postên xwe îstifa kirine.

 Aharon Halîva, serokê şaxa îstixbarata leşkerî ya Îsraîlê Aman, yekem karbidestê siyonîstî bû ku ji ber işkesta  Rêjîma Siyonîst dest ji kar berda.

Piştî wî, Emit Sa'ir" serokê tîpa lêkolînê bû, ku piştî ku berpirsiyariyaişkesta îstixbaratî ya vê rejîmê li êrişa Hamasê da istûyê xwe, dest ji posta xwe berda.

 

Serepeyv