Hezîran 14, 2024 07:48 Asia/Tehran
  • 135 şehîd û birîndarên din li zîvala Xezeyê di berdewamiya jînosayda siyonîstan li zîvala Xezeyê

Wezareta Tendirustiyê ya Xezeyê amarên nû yên qurbaniyên şerê Xezeyê ragihand û derbarê zêdebûna hejmara şehîdan di sietên borî de agahî da.

Jînosayda  siyonîan li Xezeyê derbasî roja xwe ya 251emîn bûye. Li gorî ragihandina Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê, Rejîam siyonîst di 24 saetên borî de 3 komkujî li dijî malbatên filistînî li Zîvala Xezeyê pêk anî û di encamê de 30 şehîd û 105 kes jî birîndar bûn.

Her wiha hejmareke qurbanî di bin kavilan de û di rêyên ku karmendên berevaniya sivîl û ambûlans nikarin bigihêjin wan, hene.Li gor amarên dawî yên beşa ragihandinê ya ragihandinê ya  Hemasê li Xezeyê, hejmara şehîdan 37 hezar kes derbas kiriye ku 16 hezar  ji wan zarok û 10 hezar û 367  kes jî  jin  pêk tînin.

Heta niha 33 zarok ji ber birçîbûnê şehîd bûne. Herwiha di nav 85 hezar birîndaran de sedî 70 ji wan jin û zarok pêk tînin.

Rejîma dagirker ji 7’ê Cotmehê ve şerekî giran û bi xwîn û wêranker li dijî gelê Xezeyê da destpêkirin û piraniya avahî û navendên Xezeyê wêran kirin û bi dehan hezar kes kuştin.  Vî şerî karesateke mirovî ya ecêb çêkir ku bû sedema ku hejmarek ji xelkê Xezeyê, b taybetî  zarok, ji ber nebûna xwarinê canê xwe ji dest bidin.

Serepeyv