Zêdebûna hejmara şehîdên Xezeyê
Wezareta Tendirustiya Xezeyê li dawîn amarên xwe hejmara qurbaniyên êrişên Rejîma Siyonîst ser zîvala Xezeyê 35 hezar û 857 şehîd û 80 hezar û 293 birîndar ragihand.
Balefirên cengê yên Rejîma Siyonîst vê sibê di 232-mîn roja êrişên berdewam ên êrişên hovane ser Xezeyê û Rexê Rojava, navçên bajarê Refehê bombebaran kirin.
Herwiha ji ber bombebarankirina mala malbata Cewde li bakurê kampa Nuseyrat a penaberên filistînî li navenda zîvala Xezeyê 4 filistînî şehîd û çend kesên din jî birîndar bûn.Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê eva derbasbûyî ragihand ku dagirkeran di 24 saetên derbasbûyî de li Zîvala Xezeyê 6 komkujî li dijî malbatan cih anîne û di encamê de 57 şehîd bûne û 93 birîndar hatine veguhestin bo nexweşxaneyê.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ragihand ku hin ji qurbaniyan hîn jî di bin xirabeyan de ne û ambulans û karmendên berevaniya sivîl nikarin xwe bigihînin wan.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ragihand: Di encama destdirêjiyên Rejîma Siyonîst ji 7ê Cotmehê ve 35 hezar û 857 şehîd bûne û 80 hezar û 293 kes jî birîndar bûne. Zêdeyirî sedî 72ê hejmara şehîd û birîndarên şer jin û zarok pêk tînin.