Operasyonên komên berxwedanê yên Filistînê li dijî dagirkeran
Komên berxwedanê yên Filistînê li bereyên curbicur yên şerê dijî Rejîma Siyonîst 3 tankên Merkava- 4 yên Rejîma Siyonîst li derdora avahiya Hubûb û kolana dibistanên keçan li kempa Cebaliya li bakurê zîvala Xezeyê bi rêkêta Yasîn 105 hedef girtin.
Tabûrên El-Qessam bi topên hawanê hêz û alavên leşkerî yên dagirkerên Israîlî li derdora dergeha Selahedîn li başûrê bajarê Refeh bi topên hawanêtêk birin û di operasyoneke din de devê tunêlek li Beyt Hanûnê li bakurê zîvala Xezeyê piştî hatina komek ji hêzên peya yên Îsraîlê teqandin ku di encamê de hêzên dagirker li derdora dergeha Selahedîn li başûrê Refehê bi topên hawanê têk birin.
Têkoşerên tabûên El-Qassam di operasyoneke din de 3 tankên Merkava -4 yên Rêjîma Siyonîst li bakurê Zîvala Xezeyê bi mûşekên Yasîn 105 dan ber êrişan.
Seraya el-Quds, baskê leşkerî yê Cîhada Îslamî ya Filistînê, hêzên dagîrker li mêhwera Netsarim li başûrê Xezeyê bi topên hawanêdan ber êrişan.
Herwiha hêz û kelûmelên leşkerî yên Rejîma Siyonîst li devera Deriyê Selahedîn li Refehê bi topên hawanê yên 60 mm dan ber êrişan.
Hêzên Şehîd Omer Qasim ragihand ku wan bombeyeke bihêz li kêleka pazêreke leşkerên Îsraîlê li navenda taxa El-Cenînê ya bajarê Refehê teqandine. Her wiha van hêzan li herêma Deriyê Selahedîn a bajarê Refehê jî bi topên hawanê hêzên dagirker hedef girtin.