Nîsan 27, 2024 07:27 Asia/Tehran
  • Vê sibê naverast û başûrê Xezeyê hat bombebarankirin

Di encama bombebarana navçeyên naverast û başûrê Zîvala Xezeyê ji aliyê dijminê siyonîst bi balefirên cengê herî kêm 9 filistînî şehîd û 30 welatiyên din jî birîndar bûn.

Malpera nûçeyan a Filistînê El-Yewmê ragihand ku Rejîma Siyonîst çend sietan berî niha maleke El-Nuseyratê bombebaran kir û di encamê de 5 kes şehîd bûn û herî kêm 30 kes jî birîndar bûn û li gorî gotina  Hêzên hawaçûnê,hinek jî di bin xirabeyan de mane û hewlên derxistina wan berdewam dikin. Her wiha di encama bombebarana Rejîma Siyonîstî ser maleke  li rojavaya bajarê Refehê li başûrê zîvala Xezeyê herî kêm 4 kes şehîd bûn ku  zarokek jî di nav şehîdan de tê dîtin.

Li gor nûçeyek din, zarokek jî beriya ku were dinyayê diya wê ji aliyê siyonîstan ve hatibû şehîd kiri , bi xwe jî şehîd bû. 

 Rarayedarên Wezareta Tendrsutiyê  ya Filistînê kêmasiya derman û îmakanên pizîşkî sedema şehîdbûna vî zarokî dan zanîn.

Serepeyv