Adar 30, 2024 07:56 Asia/Tehran
  • Berdewamiya xwenîşandanên seranserî yên piştgiriya ji xelkê Xezeyê li cîhanê

Li dewama piştgiriya ji gelê Filistînê, alîgirên filistînî li gelek bajarên cîhanê xwenîşandan li dar xistin û xwepêşanderan bi tundî berdewamiya cinayetên siyonîstan şermezar kirin.

 

Serokê Konseya Mafên Mirovan a Kiraçiyê got: Îsraîl rejîmeke ne rewa ye ku Filistîn dagîr kiriye; Divê em hemû li dijî dagirkeriya Îsraîlê bisekinin.

Li gor rapora  IRIB Newsê tevî astengiyên tund ên ewlehiyê, xelkê Urdinê xwepêşandanên xwe li nêzîkî balyozxaneya rêjîma dagîrker li Emmanê didomînin.

Tora  El-Eqsayê ragihand ku li bajarê Dar Ul- Beyzayê li Meqribê   xwepêşandanek berfireh  ji bo şermezarkirina şerê berdewam  li zîvala Xezeyê hat lidarxistin.

Ajansa Qudsê derbarê liadristina  xwenîşandaneke mezin li nêzîkî balyozxaneya rejîma dagîrker li Urdinê bona piştgiriya ji Xezeyê û berxwedana Filistînê agahî da.  Li gorî vê raporê, tevî astengiyên tund ên ewlehiyê, Urdunî xwepêşandanên xwe li nêzîkî balyozxaneya rêjîma dagîrker li Emmanê didomînin.

Li gorî rapora  Associated Press`ê, bi dehan kes ji xelkê bajarê Kiraçî yê Pakistanê, roja Îniyê li dijî bombebarankirina Xezeyê ji aliyê Israîlê ve xwenîşandanek lidarxistin û duruşma  komkujiya zarokên  Xezeyê rawestînin û  Filistînê rizgar bikin berz kirin. 

 

Serepeyv