Adar 27, 2024 10:06 Asia/Tehran
  • Xwepêşandana dubare ya siyonîstan li Telavîvê

Xwepêşandana dubare ya malbatên girtiyên Îsraîlî li Telavîvê hatin lidarxistin û hejmarek siyonîst jî hatin girtin.

Xwepêşanderan daxwaz kirin ku demildest ji bo veguhertina girtiyan bi berxwedana Xezeyê re li hev bikin.

Xwepêşanderên ku li xwepêşandabna malbatên girtiyan de kolana Ayalon li navenda Telaîvê girêdabûn, hatin girtin.

Li welatên Erebî xwepêşandanên ji bo piştgiriya ji Xezeyê û şermezarkirina  jînosayd û cinayetên artêşa Siyonîst tim berdewam dikin.

Xelkê Misrê êvara sêşemiyê ji bo piştevaniya xelkê Xezeyê li ber avahiya Sendîkaya Rojnamegeran li Qahireyê xwepêşandan kirin û daxwaza rawestandina şer û rakirina dorpêça li ser zîvala Xezeyê kirin. 

Misiriyan bi hin dirûşmeyan daxwaza agirbesê û rawestandina şerê li dijî Xezeyê kirin.

Serepeyv