Adar 07, 2024 08:14 Asia/Tehran
  • 153 emîn roja bahoza Eqsayê/ 17 şehîdên din ên filistînî di berdewamiya bombebarana Xezeyê de

Di encama êrişa esmanî ya Rejîma Siyonîst ser malên filistîniyan li kampên El-Nusîrat û Dêr Belehê li navenda zîvala Xezeyê, 17 kes şehîd bûn û çend kes jî bê ser û şûn bûn.

Her wiha di encama êrişa hewayî ya Rejîma Siyonîst ser bakurê zîvala Xezeyê de çend kes ji wan çend zarok şehîd bûn.

Xaçerêya El- Nabolsî li Xezeyê jî ket ber êrişa siyonîstan ku termê 5 şehîdan û çend birîndar hatin rakirin bo nexweşxaneya El Şifayê.Leşkerên siyonîst vê sibê êrişî hinek malên bajarê Tûbasê li Rexê Rojava kirin ku di encamê de şer û pevçûn di navbera berxwedana Filistînê û hêzên siyonîst de derket. Hin çavkaniyên xwecihî yên filistînî jî derbarê êrişa hêzên siyonîst ser bajarê Kefer qudomê li rojhilatê Qelqîliyê agahî dan.Berxwedana Filistînê jî ragihand ku leşkerên Îsraîlê li Tubasê kirine hedefTabûrên El-Qessam ragihand:  Têkoşerên me bi hêzên dagirker ên ku derbasî bajarê Tûbasê  li rexê rojava  bibûn re ketin pevçûnê û bi bombeyên destçêkirî êrişî hêzên dagirker kirin.Çavkaniyên nûçeyan her wiha derbarê êrişa hewayî ya giran a Rejîma Siyonîst ser Refehê li başûrê Zîvala Xezeyê agahî dan.

 

Serepeyv