Sibat 24, 2024 07:20 Asia/Tehran
  • Hemdan: Amerîka şirîkê jînosayda li Xezeyê ye

Endamê payebilind ê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê, Hemasê got: Bikaranîna mafê vetoyê ji aliyê Amerîkayê ve bo cara sêyem nîşan dide ev welata li jînosayda li Xezeyê de des heye.

Usame Hemdan şeva Îniyê tevî berpirsiyarzanîna  hemû beşdar û alîgirên şerê Xezeyê li cinayetên Rejîma Siyonîst got:  Co Baydên û dewleta wî  li kêleka kabîneya  dagirker a Rejîam Siyonîstî li Xezeyê berpirsê cinayetên li Xezeyê ne. 

Vî endamê pilebilind ê Hemasê got: Balafirên Amerîkayê şev û roja li esmanê Zîvala Xezeyê difirin û rasterast agahiyê didin artêşa rejîma dagîrker.

Hemdan tekez kir ku ger  piştgiriyên Amerîkayê nebûya, şer, birçîbûn û komkujiya li dijî Xezeyê berdewam nedikir.Wî bal kişand ser vê yekê ku ku şer, birçîbûn û xela li dijî zêdetir ji 700 hezar filistînî li bakurê Zîvala Xezeyê  berdewam e û got: Em bang li Bernameya Xwarinê ya Cîhanî û Ajansa Alîkarî û Karûbaran a NY bo Penaberên Filistînî (UNRWA) dikin ku nekevin bin bandora kiryar û biryarên Rejîma Siyonîst.Hemdan her wiha bal kişand ser vê yekê ku Netanyahu hîna jî  derbarê agirbesê û danûstandinên veguhertina girtiyan xemsariyê dike û rê li ber her rêketinekê digire û got: Armancên Netanyahû yên kesane li dijî hemû planên pêşniyarkirî yên agirbesê ne.

 

Serepeyv