Sibat 03, 2024 09:18 Asia/Tehran
  • Gotûbêja Haniye û El-Nexale li ser alûgurên siyasî yên li Filistînê

Serokê Polîtborya Hemasê û sekreterê giştî yê Cîhada Îslamî ya Filistînê derbarê destpêşxeriya bidawîanîna êrişên Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezeyê û hilkolandina pêşniyara nû ya pêkanîna agirbesê gotûbêj kirin.

Di vê hevdîtinê de Îsmaîl Heniye û Ziyad El-Nexale li ser hewldanên ji bo bidawîkirina êrişên  ser Xezeyê teqez kirin û  destnîşan kirin ku pêşniyara nû ji bo pêkanîna agirbesê dê li ser wê bingehê be ku her muzakireyek li ser bingeha bidawîkirina êrişan û vekişîna artêşa dagîrker bo derveyê Xezeyê  û rakirina dorpêçê û jinûveavakirin û gihandina hemû pêdiviyên jiyanî yên gel û pêkanîna tam a plana pevguhertina girtiya be. Her wiha aliyan tekez kirin ku komên berxwedanê piştgiriya berjewendiyên gel dikin.

Heniye û El-Nexale teqez kirin ku berxwedana qehremanane ya gel û îradeya siyasî ya  di jînosayda Amerîkî-Îsraîlî ya li Xezeyê de û ya ku li Quds, Rexê  Rojava û deverên din bi ser gelên Qudsê de tên kirin dê di dawiyê de bibe sedema pêkanîna azadî û mafê vegerê û serxwebûna gelê me.

 

Serepeyv