Operasyonên nû yên tabûrên Qesam li dijî leşkerên siyonîst
Tabûrên Îzedîn Qesam, şaxê leşkerî yê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) derbarê operasyonên xwe yên nû dijî leşkerên siyonîst li başûrê zîvala Xezeyê agahî dan.
Tabûrên Qesam roja pêncşemê maleke bombekirî li devera Benî Suhêyla ya bajarê Xan Yûnisê li başûrê zîvala Xezeyê teqandin û di encamê de 30 leşkerên peya ên artêşa rejîma siyonîst hatin kuştin an birîndar bûn.
Tabûrên Qesam her wiha 2 tankên Merkava û dozerek leşkerî ya D9 ya siyonîstan li devera Ebsan li rojhilatê Xan Yûnisê bi roketên dije zirix a Yasîn 105 dan ber êrişan.
Radyoya Siyonîst her wiha derbarê lêxistina zengila xeterê li bajarê Îlatê li başûrê Filistîna dagirbûyî agahî da.Ji aliyê din ve Wail Fenone rojnamevanê filistînî û birêveberê tora setelaytê ya Quds El-Yewmê di encama bombebarankirina navenda bajarê Xezeyê ji aliyê firokeyên Îsraîlê ve şehîd bû.
Bi şehadeta vî nûçegihanî, hejmara şehîdên medyayê ji destpêka şerê Xezeyê heta niha gihişte 119 kesî.