Çile 04, 2024 09:53 Asia/Tehran
  • Êrişên hovane yên topxaneyên Rejîma Siyonîst ser hin deverên Xezeyê

Hevdem bi 90`emîn roja êrişên Rejîma Siyonîst ser zîvala Xezeyê, artêşa Rejîma dagirker bi êrişên xwe yên hewayî navçeyên curbicur ên Xezeyê ji wan Dêr El-Beleh û Xan Yûnisê kirin armanc.

Xwefirên Rejîma Îsraîlê vê sibê deverên curbicur ên zîvala Xezeyê dan ber êrişan ku di encamê de hejmarek zêde şehîd an birîndar bûn.

Siyonîstan derdora  nexweşxaneya Nasir li bajarê Xan Yûnisê bombebaran kirin û di encama bombebarana siyonîstan maleke ku penaberên filistînî li rojavayê Xan Yûnisê li başûrê Xezeyê tê de bûn, 14 kes şehîd bûn û çend kes jî birîndar bûn.

 Li Dêr Belehê li navenda Zîvala Xezeyê, di encama bombebarankirina malên xelkê de 4 kes şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn.

Li gor amarên dawî yên Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê li Xezeyê, di van 90 rojan de zêdetir ji 22 hezar û 313 kes şehîd bûne û zêdetir ji 7 hezar kes jî winda bûne û hejmara birîndaran gihîştiye 57 hezar û 300 kesan.

Ji aliyê din ve, nivîsgeha ragehandinê ya hikûmeta Xezeyê ragehand ku, ji 15ê Cotmehê ve heta niha 45 hezar mûşek û bombe ji aliyê Rejîma Îsraîlê ve bi ser welatiyên Zîvala Xezayê de hatine avêtin.

Her wiha têkoşerên Berxwedana Filistînê li navçeyên curbicur ên Rexê Rojava û Zîvala Xezê bi hêzên siyonîst re ketin pevçûnê û hêzên siyonîst êrişî bajarê Tûbasê kirin û berxwedana Filistînê jî eskerên êrişkar dan ber gulleyan.

Di pevçûnên li bajarokê Temûnê li başûrê Tûbasê li rexê Rojava ya Çemê Urdunê de ciwanekî filistînî ji aliyê leşkerên siyonîst ve hatşehîdkirin.

Serepeyv