85-emîn roja êrişên Rejîma Siyonîst ser Xeze û Rexê Rojavaya çemê Urdinê
Balefirên crngê yên Rejîma Siyonîst vê sibê di 85mîn roja êrîşên vê rejîmê ser mal û avahiyên Xezayê û rexê rojava, bi êrişa ser kampa awareyan a El-Nesîratê li navçena Xezeyê rojnamevanek din û endamên malbata wî şehîd kirin.
Cebr Ebû Hedros nûçegihanê kanala El-Quds el-Yewmê di encama êrişa hewayî ya Rejîma Siyonîst ser mala wî li kempa El Nesiratê li rojhilata Xezeyê hatiye şehîdkirin.
Siba Îniyê jî Ebdullah Hemad tevî hevjîn û 4 zarokên xwe di encama bombebarana balefirên Rejîma Siyonîst de şehîd bûn.Li gorî ragihandina navenda ragihandinê ya hikûmeta Filistînê li Xezeyê, bi şehîdbûna van her du nûçegîhanan hejmara nûçegîhanên şehîdbûyî li Xezeyê gihîşte 106 kesan.Li gorî rapora saziyên navneteweyî, bi destpêkirina êrişa artêşa rejîma siyonîst ser zîvala Xezeyê, navçeya Nesîratê bûye yek ji cihên herî metirsîdar ji bo nûçegîhanan.Ji aliyê din ve Rejîma Siyonîst li rojhilatê Refehê li başûrê zîvala Xezeyê malek da ber êrişan ku piraniya birîndarên wê zarok in.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê di amarên xwe yên dawî de ragihandiye ku ji 7ê Cotmehê ve heta niha 21 hezar û 507 kes di encama van êrişan de şehîd bûne û 55 hezar û 915 kes jî birîndar bûne.