Senwar di roja 80yan a Bahoza Eqsayê da: Me 5 hezar leşker û efserên sîyonîst kirîye armanc
Di roja 80êyan a operasyona Bahoza Eqsayê da û hevgavê êrişên berfire û berdewam ên sîyonîstan ser Xezzeyê û rexê rojavaya çemê Urdinê û berdewambûna pevçûnên giran di navbera hêzên brxwedêr ên filistînî û dagirkerên sîyonîst da, Yehya Senwar Serokê Tevgera Hemasê di peyamekê da ragihand ku me 5 hezar leşker û efserên sîyonîst kirîye armanc.
Di roja 80yan a operasyona Bahoza Eqsayê da ku cinayetên sîyonîstan dijî gelê bê guneh ê Filistînê didomin, sîyonîstan êrişî Kempa Megazîyê kirin û 3 kemp li Xezzeyê bi awayê hevgav dan ber bombeyan û hejmara şehîdên Kempa Megazîyê ji 70 kesî derbas bûye ku pirranî jin ûzarok in û vê cinayetê careka din nîşan da ku berovajî idiaya vê rejîmê û piştgirên wê yanî Amerîka û Ewrûpa, ev rêjîma ti cidatîyekê naxwe di navbera sivîl û leşkeran da.
Ji hêla din va hejmara şehîdên bombebaranên Rejîma Sîyonîst ên di 24 saetên buhurî da li navenda Zîvala Xezzeyê rabû 120 kesî.
Baska Leşkerî ya Tevgera Cihada Islamî ya Filistînê jî ragihand ku cîyê kombûna leşkerên sîyonîst li devera Ebû Erîbanê li rojhilata Taxa Zeytûnê daye ber mûşek û hawanan.
Di encama pevçûnên di navbera Bereya Berxwedanê ya Filistînê û leşkerên Rejîma Sîyonîst da li çend navçeyên Xezzeyê jî çend leşkerên sîyonîst birîndar bûn ku bi helekopteran hatin veguhestin.
Hevgavê vê yekê Serok Tevgera Hemasê li Zîvala Xezzeyê di peyameke girîng ji bo rêvebirên polîtbîroya vê tevgerê da pêgirî kir ku Bereya Berxwedanê ya Filistînê derbên giran li dijmin xistîye.
Di peyama Yehya Senwar da hatîye: Hêzên berxwedêr ên Xezzeyê karîne hema di encama operasyona bejayî da zêde ji 5 hezar efser û leşekrên sîyonîst bikujin an birîndar bikin. Di vê heyamê da 750 maşîn, tank û alavên zêrêhî yên dijmin bi awayekî tam hatine rûxandin an tûşî xisarê bûne.
Senwar pêgirî kir: Tabûrên Qessamê di şerê bejayî yê himberî dijmin da herîkêm 5 hezar leşker û efserên sîyonîst kirine armanc ku yek ji sêyê wan bi giranî birîndar bûne û yek ji sêyê mayî jî idî nivîşkan bûne. Senwar herwiha got: Di vê heyamê da 750 maşîn, tank û alavên zêrêhî yên dijmin bi awayekî tam hatine rûxandin an tûşî xisarê bûne.