Kanûn 17, 2023 18:14 Asia/Tehran
  • Ebû Ubeyde: Îsraîl hema wissa bi canê desteserkiriyên xwe li cem Berxwedanê dilîze

Ebû Ubeyde Berdevkê Tabûrên Şehîd Îzeddîn Qessan baskê leşkerî yê Hemasê teqez kir: Dijminê siyonîstî hema wisa bi canê desteserkiriyên xwe ku li cem Berxxwedanê be dilîze û girîngiyê nade hestên malbatên wan.

Ebû Ubeyde her wiha got: Rejîma Siyonîsst sê desteserkiriyên xwe li cem Berxwedanê kuştin û kuştina wan li hemberî azadkirina wan vedibijêre; ev hema sûca aşkira ye ku Til Avîvê heta niha di danûstandina digel desteserkiriyên xwe pêk aniye û hema wisa pêk tîne û armanca vê rejîmê ji vê kiryarê, hewldana qirêj ji bo filitîna ji zexta vê bûyerê û wan dûhatan e ku baş haya wê ji wan heye.

 

Medyayên siyonîstî jî teqez kirin ku Yûtam Hayîm û Samir Telaleqe hevrê digel desteserkiriyekî din ên siyonîst ji aliyê leşkerên dagirkerên Qudsê va hatin kutşin. Malbatên desteserkiriyên îsraîlî jî roja Şemiyê li ber baregeha Erkantiya Giştî ya Artêşa Rejîma Siyonîst kom bûn û daxwaza danûstandina desteserkiriyên xwe digel hêsîrên filisrtînî kirin û ragihandina mirina van sê îsraîliyan bi tundîê şermezar kirin; beriya vêya ku hin rapor derbarê mirin û birîndarbûna hejmareke leşkerên siyonîst di encama êrîşa hêzên siyonîst va hatibûn weşandin.

Serepeyv