Cîhada Îslamî: Berxwedan her roj li meydana şer derbên giran li dijmin dixe
Yek ji berpirsên Cîhada Îslamî bal kişand ser vê yekê ku berxwedana Filistînê li meydana şerê dijî dijminê siyonîst kiryareke berbiçav heye û teqez kir ku helwêstên rejîmên erebî yên ji dehekên borî ve tu carî xizmeta doza Filistînê nekiriye.
Elî Ebû Şahîn endamê nivîsgeha siyasî ya Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê derbarê şert û mercên meydanî yên şerê bahoza Eqsayê ragihand ku umeta îslamî dikarin li ser berxwedana gelê Filistînê hesaban vekin Ji ber ku berxwedana îro ya Filistînê bi tenê encama bûyerên 7’ê Cotmehê nîne. Ev berxwedan bi dehan sal e ku di ruhê gelê Filistînê de cih girtiye û îro ji her demê bihêztir bûye.
Ebû Şahîn di hevpeyvînekê de destnîşan kir ku îro berxwedan di şer de kiryareke meydanî ya baş heye û hemû cîhan dibîne ku çawa berxwedan her roj derbeyên giran li dijmin dide.
Her wiha em dibînin tevgerên hevgirtinê yên bi gelê Filistînê re li her dera cîhanê bi taybet ji aliyê gelên Ereb ve brefireh bûne
Em tekez dikin ku em li ser van gelan hesab dikin, ne li ser rejîmên sazişkar yên Ereb.
Ji ber ku helwêsta ku rêjîm û hikûmetên Erebî jiberê ve hebûne qet di xizmeta doza Filistînê de nebûne û ne li gor nêrîn û xwestekên gelê Felestînê bûne.