Kanûn 15, 2023 15:46 Asia/Tehran
  • Bêrêziya leşkerên siyonîst li mizgeft û goristanên Xezeyê

Bêrêziya leşkerên siyonîst li pîrozwerî, mizgeft û goriostanên Xeze û Cebalyayê tûşî şermezarkirina misilmanan bûye û raya giştî ya Cîhanê van tevgera ji ber hovîtiya siyonîstan dizanin.

Nebîl Ebû Redîne Berdevkê Teşkîlata Xweser a Filistînê got: Kiryarên dagirkerên siyonîst ên bêrêziya li mizgeftekê li Kampa awareyan a Cinînê, reftareke serşûrî ye û tê şemezarkirin.

Wî derbarê sewqdayîna navçeylê ber bi Cengeke Dînî û Dûhatên êrîşên bi vî rengî hişyarî da û got: Elav û pêtên cenga dînî ku Îsraîl bi dû gurrkirna wê ye, dê tenê di asta navçeya Filistînê da nemîne, belkî eger bêdengî li hemberî cinayetên Îsraîlê û binpêkirinamafên gelê Filistînê hebe, derbasî tevahiya cîhanêî bibe.

Ebû Redîne ji civaka cîhanî û Amerîkayê xwest ku zextê bînin ser Îsraîlê da ku binpêkirin û cinayetên xwe dijî gelê Filistînê û heyîtî û nirxêîn wan ên pîroz bi dawî bîne.

Li gorî nûçeyeke din, hêzên rejîma dagirker bi derbasbûna nav goristana Falûcayê li KLampa Cebalyayê gellek gor wêran kirin û meyt ji nav wan derxistin.

Heta mirî û gor jî ji ber kiryarên artêşa Rejîma dagirker rihet nemane. Tiştê ku hûn dibînin, şopên derbasbûna erebeyên zirêhî û panzêrên Rejîma Siyonîst bo nav goristanê ne. Wan gellek gor xirab kirin û çalikên mezin li nav goristanê çê kirin.

Leşkerên dagirker her wiha gellek meytên mirî û şehîdan ji nav goran derxistin. Ev goristan li rojavayê Cebalyayê li bakurê Zîvala Xezeyê ye. Bi baweriya filistîniyan rejîma dagirker bi cinayeta dijî zindiyan razî nebûye û berê xwe daye meytên mirî û şehîdan.

Serepeyv