Kanûn 08, 2023 10:37 Asia/Tehran
  • Xwepêşandana malbatên girtiyên Îsraîlî li dijî Netanyahu

Malbatên girtiyên Îsraîlî êvara Pêncşemê li Tel Avîvê li dijî Benyamin Netanyahu Serokwezîrê Rejîam Siyonîst slogan avêtin.

Xwepêşanderan li dijî Netanyahu û desthilatdarên din ên  erdên dagîrkirî slogan avêtin û  Xwepêşanderan daxwaza zextê li  dijî hikûmeta Netanyahu kirin   û xwestin ku  yên hêsîrbûyî bên berdanê.

Ev xwenîşandan di demekê de hat lidarxistin ku  pêştir Usame Hemdan yek ji rêberên tevgera Hemasê xitabî malbatên girtiyên siyonîstgotibû:

Berdewamiya cinayetên  artêşa Îsraîlê dê nebe sedem  xizm û kesên  we vegerin.

Rojnama siyonîstî ya Haaretz pêştir di raportekê de derbarê rewşa girtiyên siyonîst nivîsîbû: girtiyên azadkirî zêdetir ji rexnekirina Hemasê ji siyasetên kabîneya  Netanyahu gazindan dikin. Vê dawiyê berxwedana Filistînê ragihand ku di encama êrişên Rejîma Siyonîst de hejmarek ji girtiyên siyonîst hatine kuştin.

 

Serepeyv