Kanûn 08, 2023 08:01 Asia/Tehran
  • Herî kêm 18 birîndar di encama êrişa leşkerên Îsraîlî ser rexê rojava

Di encama êrişa bi şev a artêşa Îsraîlê ser rexê rojava vê sibê herî kêm 18 Filistînî birîndar bûn.

Li gorî rapora  Civata Hîva Sor a Filistînê, 5 kes ji wan kesan ketine ber gulleyê û birîndar bûne.Rewşa 2 kes  ji birîndaran xirab e.Medyayên Filistînê ragihandine ku  êrişên bi şev ên Îsraîlê li gelek herêmên rexê Rojava hatine kirin.

Her wiha ciwanê bi navê Ebdulrehman Îmad Xalid Benî Ewde (16 salî) û Moaz Îbrahîm Zehran”(23 salî) di şerê li kampa El Fare û bajarokê Tûmûnê  ê başûrê Tûbasê şehîd bûn.Hêzên Berxwedana Îslamî yên Lubnanê her wiha ragihand ku çeperên eskerên siyonîst li Tele el-Rahib û Şetula li bajarokê Eyta El Şeibê li başûrê Lubnanê dane ber êrişên mûşekên giran.

Di heman demê de tabûrên Qesam ên şaxê leşkerî yên Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) ragihandin ku têkoşerên van tabûran hêzên peya yên  Artêşa Rêjîma Siyonîst di nava maleke li Beyt Lahiya li bakurê Zîvala Xezeyê de bi rokêtan dan ber êrişan.

 

Serepeyv