Mijdar 28, 2023 09:46 Asia/Tehran
  • Bîranîna zarokên şehîd ên Xezeyê li Îtalyayê

Li Romaya paytexta Îtalyayê merasimek bo bîranîna zarokên şehîd ên Filistînî li Zîvala Xezeyê hat lidarxistin.

Bi sedan kes ji  alîgirên Filistînê û xelkê Îtalyayê êvara duşemiyê li Romayê beşdarî merasima bîranîna zarokên şehîd ên filistînî  li Zîvala Xezeyê bûn û bi awayekî sembolîk bi hezaran kêlên biçûk ên spî yên bi navên zarokên şehîd ên filistînî li ser erdê hatin danîn. 

Xanim Ebîr Evde, balyoza Filistînê li Îtalyayê tevî şermezarkirina cinayetên Rejîma Siyonîst li Xezeyê got: Piştî êrişa Israîlê ser Xezeyê zêdetir ji 6000 zarokên filistînî yên bêguneh jiyana xwe ji dest dane û ev yek di halekî de ye ku Mixabin hin ji van qurbaniyan hîn jî di bin kavilan de ne.Mauritsiyo Landini, Sekreterê Giştî yê mezintirîn sendîkaya karkerên Îtalyayê bi navê CGILjî di kombûna alîgirên Filistînê li Romayê, kuştina gelê Filistînê yê bêguneh li Xezeyê şermezar kir û daxwaz ji hikûmetên rojava kir ku dev ji têbîniyên siyasî û aborî bi Îsraîlê re berdin û cinayetên  vê rejîmê şermezar bikin.

 

Serepeyv