Cenazeyên 150 şehîdên Xezeyê ji bin kelefeyan hatin derxistin
Berdevkê Berevaniya Sivîl a Xezeyê Mehmûd Besel ragihand ku ji dema agirbesta mirovî heta niha termên zêdetirî 150 şehîdan ji bin kavilan hatine derxistin.
Ji aliyê din ve, nivîsgeha ragihandinê ya dewleta Filistînê li Xezeyê ragihand ku ji destpêka êrişên Rejîma Siyonîst ser Xezeyê heta niha zêde ji 15 hezar kes ji wan 6 hezar û 150 zarok û 4 hezar jin şehîd bûne.
Li gorî vê raporê, heta niha termên zêdetir ji 7 hezar kesan di bin kavilan de ne û çarenivîsa wan nediyare.Di vê raporê de hatiye ku 207 personelên pizîşkî, 26 hêzên berevaniya sivîl û 70 rojnamevan di encama êrişa ser Xezeyê de şehîd bûne û hejmara birîndarên vê êrişê 36 hezar e.Agirbesa 4 rojî ya di navbera Rejîma Siyonîst û tevgera berxwedanê ya Hemasê li Zîvala Xezeyê ku ji sibeha Îniyê vedest pê bibû 2 rojên din hat dirêjkirin.
Cîhada Îslamî ya Filistînê ragihand ku ji bo dirêjkirina agirbesa li Xezeyê bo du rojên din û bi heman şert û mercan veguhertina girtiyan li hev kirine.