Mijdar 20, 2023 09:59 Asia/Tehran
  • Berpirsekî pilebilind ê Hemasê: Dijmin 60 rojnamevan kuştin ku cinayetên xwe veşêre

Endamê Nivîsgeha siyasî ya Hemasê got: Dijminê siyonîst bi kuştina 60 rojnamevanan li zîvala Xezeyê hewl dide cinayetên xwe dijî filistîniyên Xezeyê veşêre.

 

Usame Hemdan endamê nivîsgeha siyasî ya tevgera berxwedanê ya Filistînê ,Hamasê got: Berxwedana Filistînê bi êrişa xwe ya vê dawiyê ser meqerên dijminê cinayetkar ê siyonîst şanaziyê dike. Wî ji dewleta Amerîkayê xwest ku dest ji  pişt6giriya xwe ji destdirêjiyên Rejîma Siyonîst dijî gelê Filistînê berde.

Endamê nivîsgeha siyasî ya tevgera berxwedanê ya Filistînê, Hamas got: Dijmin  60 rojnamevan kuştin ku cinayetên xwe veşêre.

Vî endamê pilebilind ê Hemasê got: Çawa ku medyayên siyonîst jî li xwe mikur hatin, artêşa  Rejîma Siyonîst roja 7`ê Cotmehê bi  êrişa ser  merasima ku 4 hezar kes tê de beşdar bûn, komkujiyek pêk anî.Duh  rojnameya Haaretzê nivîsîku roja 7ê Cotmehê, xwefirên artêşa Îsraîlê bi êrişa ser cihê kombûna kome ji welatiyên îsraîlî  di konsera mûzîkê  hejmarek zêde ji wan kuştin.

Serepeyv